Kaspar
Kaspar
%27
İndirimli
5 İş Günü
İçinde Kargoya Teslim
Yayıncı Liste Fiyatı:250,00 TL
Satış Fiyatı:182,50 TL
Adet
1.000,00 TL Üstü Siparişlerde ÜCRETSİZ KARGO
Nakit & Kredi ile KAPIDA ÖDEME
MAĞAZA Teslim Sipariş Seçeneği
Ürün Özellikleri
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:112
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN:9786256678477
Ürün Kategorileri
Katkıda Bulunanlar
Barkod
  • 9786256678477
Berhema "Kaspar" berhemeke girîng a li ser hêza civakê ye ku dikarê kesayetiya mirov bişkîne û ji nû ve ava bike. Peter Handke bi rêya vê dramayê civakê rexne dike ku hewil dide takekes bike perçeyekî pergalê.
Ev drama di qada wêjeya drama ya pêşverû de xebateke girîng e û bandoreke mezin li ser gelek nivîskaran kiriye.
***
Wergera Kaspar;

"Ev werger wêjeya kurdî bi berhemeke li ser asta navneteweyî wisa nirxdar dewlemendtir dike, ji aliyê din ve ew pacên[i] nû li ber xwendevanên wêjeya kurdî vedike, da ew aliyên hêza ziman bibînin û cureyê wêjeyê, dirama bi çavekî nû binirxînin.
Divê were gotin, ku birêz Asiya Xerzan xebateke payebilind di ber ziman û wêjeya kurdî de kiriye. Ji bo wergerandina berhemeke wisa ji zimanê Almanî li zimanê kurdî divê mirov netenê xwediyê zimanekî ewçendî berfereh û zîz be, heta ku karibe berhemeke ji vê qewareyê wergerîne Kurdî, belê divê ew xwedî têgihiştineke wisa kûr ya dûrbîniya fîlosofî û wêjeyî be, heta karibe çîn û şaxên vê berhema Handke li zimanê kurdî yî bindest wergerîne.
Hijkirina birêz Asiya Xerzan ji zimanê kurdî re, û rêzgirtina wê ji kûrahiya dûrbîniya wêjeyî û fîlosofî re di vê berhema Handkê de, - ev yek di hevokên vê wergerê de dixuye - dihêlin ez bigihime wê baweriyê, ku ev wergera birêz Asiya Xerzan hêja bû, xelata Nobel wergire, heke ev xelat ji bo beşê wergeravaniya wejeyê jî heba.
Bi vê wergerê drama Kaspar dibe beşek ji çanda me yî kurdî jî. Ew bangî me dike, da em werin, li pirsên girêdayî mirov û jiyanê bi çavên zimanê xwe temaşe kin. Êdî weke ez dibînim, ev berhem wê ne tenê bandorê li wêjeya me yî kurdî bike, lê ew ê, ji ber ramanên tê de hatine hûnandin, bandorê li hişmendiya civaka me bi giştî bike."
YORUMLAR
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
GÜNÜN FIRSATI
Adres : Çınar Mahallesi, 843 Sokak, No: 6-8/B
Bağcılar / İstanbul / Türkiye
Telefon : 0 (212) 433 03 04
Faks : 0 (212) 909 23 04
© 2025 Tüm Hakları Saklıdır